Duyurular

    Mela Xelîlê Sêrtî

    MELA XELÎLÊ SÊRTÎ

    Mela Xelîlê Sêrtî (Hîzan 1750 - Sêrt 1843), di nîveka duyem a sedsala XVIII’em û nîveka yekem a sedsala XIX’em de jiyana xwe bûrandiye. Mela Xelîl, çawa ku yek ji alimên/zanyarên herî girîng ê Dewleta Osmanî ye, di heman demê de yek ji pêşengên kevneşopîya medreseyên Rojhilate ye jî. 

     

    Mela Xelîlê Sêrtî, perwerdeya xwe ya zanistî û tesewufî, li cihê jidayikbûna xwe Bedlîse [Hizan]; her weha li Wan, Sêrt, Cizir, Mûsîl û Îmadiyeyê standiye. Mela Xelîl, piştî îcazetê li navenda Sêrtê bi cih bûye û piraniya jiyana xwe ya dersdariyê û xebatên xwe yên zanistî li wê derê domandine; ji bo vê yekê jî bi nisbeye "Sêrtî" hatiye naskirin. Mela Xelîl di cîhana medreseyên Rojhilatê de bi navên/leqebên wek "Şewqî", "Ellâme", "Ustâzu'l-kull fi'l-kull" û "Seyda" tê naskirin.

     

    Mela Xelîlê Sêrtî, di gelek qadên zanistên Îslamî de, ji çilî bêtir berhem nivîsine. Piraniya wan berheman destnivîs/mextût in. Mela Xelîl, di berhemên xwe de wek ziman, bi piranî Erebî, hinekî Kurdî; wek cureyên edebî hem "pexşan/nesr", hem "honrawe/nezm" bi kar anîne. 

    Mela Xelîlê Sêrtî, bi kesayetiya xwe ya zanistî, bi berhem û çalakiyên xwe yên perwerdehiye, di serdema xwe de, tevgera zanistî belav kiriye û bihêztir kiriye. Bandora wî, li ser pêşxistin, birêxistinkirin û nûkirina pergala perwerdeya medreseyan, bi awayekî aşkere û zelal xuya dibe. Bi vê re têkildar, îro di piraniya medreseyên rojhilatê de, zincîrên icazeyên zanistî digihîjin wî.  

     

    Seydayê Mela Xelîlê Sêrtî, yek ji nûnerên dawî yên kevneşopiya nivîs, telîf, haşiyenûsî û şîrovekariya berhemên dînî ye. Ji ber ku di serdema Seyda de Dewleta Osmanî di tengav/krîzê de bû, herweha Seyda jiyaneke bitenê, tekane û dûrî paytextê bûrandibû, zanista wî, beşdâriya wî ya di jiyana zanîstî de, xizmet û hewldanên wî yen zanistî, eleqeya ku heq dikir nedîtiye. Loma di vê sempozyûmê de armanc ew e ku, mîrata Mela Xelîlê Sêrtî ya ku heta niha nehatiye keşfkirin, bi nêrinêke akademîk derkeve holê û ron bibe.

     

    Bi vê armancê, di vê sempozyumê de dê li ser mijarên wek kesayetiya Seydayê Mela Xelîlê Sêrtî ya tarîxî, kesayetiya wî ya zanistî, berhemên wî û bandorên wî bê rawestan. Pişti sempozyumê jî, gotarên ku dê bên pêşkêşkirin dê wek pirtûkeke serbixwe bên çapkirin û ji bo lêkoliner û akademîsyenan bê pêşkêşkirin.